Cîhan
Civatek niştîmanî ya Sûrî hat damezrandin
Beşek ji opozisyona Surî damezirandina civatek niştimanî ragihandin. Piştî derbasbûna 6 mehan li ser xwepêşandan û çelakiyên daxwaza ruxandina rejima Surî,beşek ji opozisyona Surî li Tirkiye bajarê Stanbulê civiyan.
Civîna Stanbulê du rojan berdewam kir. Di encama civînê de ragihandin ku wan civatek niştimanî damezirandiye. Ev civat ji 130 endamî pêktê. Nivê kesayetên di vê civatê de cih digrin li derê Surî dijîn. Herweha hinek kesayetên kurd jî di nav vê civatê de cih digrin.