Civak
Xwezî ez bimiram min ev roj nedîtibûna

Piştî di derbarê serokê cunta faşîst a 12-ê Îlona 1980-ê Kenan Evren û hevalên wî de doz hate vekirin. Tenduristiya Kenan Evren xirab bû. Evren ji bo vê yekê nekarî herê dadgehê û êfada xwe bide.
Lê gelek kesên ku li dijê Evren doz vekirîn di vê derbarê de gotin: Bile ew jî wek Husnu Mubarek di rikehekî de bê dadgehê.
Li gora rojenmeya Sozcu ya tirkî, evren ji bo van daxuyaniyan gelekî dilgiran bûye û gotiye: Temenê dirêj ne baş e. xwezî ez bimram min ev rojên hanê nedîdibûna.
Dadgeha di derbarê Evren de berdewam dike. Di bingehê xwe de di kesayeta Evren de pêvajoya 12-ê Îlonê bi awayekî tê darizandin.