El-Cezîre: PKKê hevkara rêjîma Sûriyê ye
Kanala el-Cezîre belgeyek belav kir, tê de hatiye nivîsand ku rêjîma Sûriyê hevkariya bi PKKê re dike. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar dike ku ew ne amade ye li ser vê belgeyê biaxive, “çimkî em nizanin rast e, yan sexte ye”, wek ku peyvdarê wê ji Rûdawê re got.
El-Cezîre di malpera xwe ya bi zimanê ingilîzî de dinivîsîne ku wê ji kesekî bi navê Ebdilmecîd Berekat belgeyên fermî yên rêjîma Sûriyê bi dest xistine. Berekat ta berî demekê endamek rêjîma Sûriyê bû berî ku ew bireve Tirkiyê.
Yek ji belgeyên ku el-Cezîre weşandine, nameyeke “Koma Navendî ji bo birêvebirina qeyranan” a serokatiya Partiya Bees e. Di vê belgeyê de kurtiya pêşniyarên ji bo rêgirtina li ber çalakiyên li dijî rêjîmê li parêzgeha Helebê hatine nivîsandin. Di xala 11ê de ya pêşniyarên ji bo Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê hatiye nivîsandin: “Xistina navçe û tarên kurdî bin çavdêriyê û pêkanîna tensîqeke nehenî bi Partiya Karkerên Kurdistanê, da ku rê li ber xwenîşanderên dijber bê girtin. Nabe ku tedexûl di navçeyên kurdî de bê kirin û divê ew kes bên girtin, ku didin dû têkbirinê û radihêjin çekan.”
Peyvdarê Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Roj Welat, ji Rûdawê re diyar kir ku KCK dixwaze ku li Sûriyê “demokrasî çêbibe” û ji bo Kurdan jî “autonomiya demokratîk” pêk bê. Li ser pirsa bê ma ew li ser îdîaya hevkariya rêjîma Sûriyê ligel PKK çi dibêje, Roj Welat got: “Pêwîst nake em ser biaxivin. Em nizanin ev belge rast in an sexte ne.”
Endamê birêvebiriya “Tevgera Civaka Demokratîk” (Tev-Dem), Ferhad Dêrikî, ji Rûdawê re got ku ew ne PKKê ne û ji ber vê yekê ew nikarin tiştekî li ser belgeyê bêjin. Tev-Dem sîwana rêxistinên nêzîkî PKKê li Sûriyê ye. Dêrikî got: “Em ramanên serok Ocalan tebenî dikin, lê me ne PKKê ne. Hîn hevalên me di zindanên Sûriyê de hene. Berî demekê li Helebê endameke me hat kuştin.”