Polîtîk

Xwepêşandan li dijî topbarankirina rejîma Iranê


Bangawaziyek bo hemû Kurdistanî û dostên wan li Swedê ku li dijî topbarankirina navçe û sinorên Kurdistanê ji aliyê  Komara Islamiya Iranê ve têkirin rawestin û dengê nerazîbûna xwe li dijî kiryarên wê yên nemirovane bilind bikin.

Em wek  rêxistin û komelên Kurdistanî ku  pêkhatine, xwepêşandaneke girseyî li dijî kiryar û tawanên Komara îslamiya Iranê li dardixin û dengê nerazîbûna xwe bo raya giştî, dewleta Swêdê û hemu desthilatdariyên Ewrupî nîşan didin ku li dijî vê tawanê bêdeng nemînin û dengê nerazîbuna xwe bilind bikin.

Lewra em bangewaziya xwe dibin hemu hevwelatiyên Kurd û dostên gelê xwe ku di vê xwepêşandanê de cih bigrin.

Roj: înî, 29-07-2011
Dem: Demjimêr 16:30
Cih: Mynttoregt1 Berderiye Parlementoya Swed ê.

Rexistin û Komel ên beşdar:

-Centera Kulturiya Kurdistan li Stockholm
-Komela Xwendekar î  Gencên Kurdistan li Swêdê
-Komela Gulan li Swedê
-Navenda Geskirina Perwerde li Swed û Kurdistan ê
-Komela Pesmergên dêrînên Kurdistan Leqa henderan,lijneye Stockholm
-Komela Kurdî-Swedî
çetri Komela Kurdistaniyan li Swêdê
– Kurdocide Watch –CHAK
-Rêkxirawa Azadiya Jinan li Swêd
-Yekitiya Kurdan li Swed
– Komela Kurd li Spånga (Radyoya Ashti)
-Komhuner

Back to top button