Sê rojan li Kurdistanê behîdarî ye
Îro bi minasebeta koçbarbûna hevjîna Mistefa Barzaniyê nemir û dayika Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, xatûn Hemaîl Xanê, serokatiya civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê sê rojan behîdarî li sertaserî Kurdistanê ragehand.
Serokatiya civata wezîrên Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:
– Srokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê nûçeya wefatkirina xwedêjêrazî Hemaîl Xanê hevjîna serokê dîrokiyê gelê me Mistefa Barzanî yê nemir û dayîka cenabê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê îlan dike.
Serokatiya civata wezîran pirse û hevxemiya xwe ji serokê Kurdistanê û malbata wî ya birêz re diyar dike û sê rojan ji roja 28.07.2011ê li hemû saziyên hikûmetê li sertaserî Kurdistanê behîdariyê radigehîne:
– Rêzgirtin ji xebat û tekoşîna vê jina şoreşger û navdar ya gelê kurd dê li tevahiya sazî û dezgehên hikûmetê de ji roja 28.7.2011ê ve 3 rojan behîdariya giştî be.