Xwendevana kuştina Serdeşt şermezar kirin

Îro li Hewlêr, xwendevanên Zangoyê xwepêşandanek  pêkanîn û kuştina xwendevanê zangoyê û rojnemevan Serdeşt Osman bi tundî şermezar kirin. Xwendevan heta ber parlementoya Kurdistanê çûn û xwestin kujerên Serdeşt Osman bêne dîtin.

Wek tê zanîn serokê Kurdistanê, serokê Parlementoyê û serokê Hukumetê  bi tundî ev bûyer şermezar kirine û dane diyar kirin ku ji bo girtina kujerên Serdeşt Osman dê her tişta pêwist bête kirin û ew teslîmê edaletê bêne kirin.

 

Ji Bo weneyên xwepêşandana xwendevanan…

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: