Li Lice leşkeran bi xwe hev kuştine

1-ê meha gulanê, li qeza Diyarbekirê devera Lice di encama şerrekî de efserek hatibû kuştin. Dema medya Tirkî  nûçe belav kir gotin ku, di nav çekdarên PKK-ê û leşkeran de şer çêbûye
û efserek hatiye kuştin. Lê  PKK-ê daxûyaniyek belav kir û da diyarkirin ne wan efser kuştiye û li vê bûyerê xwedî derneketin.

Dixweyê di nav leşkeran bi xwe de şer bûye û ev efser hatiye kuştin. Niha dozerê Diyarbekir yê xwedî selahiyetên taybet di vê
derbarê de dest lêkolînê kiriye.Êfada hinek leşkeran di  vê derbarê de hatiye girtin. Tişta ku mirov tê digihe leşkeran bi xwe ev efser kuştine. Di nav leşkeran de gelek bûyerên bi vî awayî çêdibin. Dema PKK-ê li bûyeran xwedî dernakevê û vê ji raya giştîre dide xuyakirin rûyê hêzên çekdarên Tirkan û
leyiztikên wan yên provakatîf eşkere dibe.

Nerîna min :