Topbarana Tirkan: Li Duhokê şehîd û birîndar hene
Duhok –
Li gora ajansa PNA dide, hevwelatîyekî nêzîkî vê bûyerê yê bi navê Sitar Benistanî ji PNA re da xuyakirin, ku xwedîyê vê malê Rêkan Huseyn yekser şehîd bû û jina wî û sê zarokên wî jî birîndar bûn û birînên wan jî, gelek dijwar in.
Sitar Benistanî weha jî da xuyakirin, ku niha birîndarên vê malê li nexweşxaneya Amêdîyê ne û rêvebirê asayişa Şêladizê Izzet Casim jî ji PNA re got, ku wan dest bi lêkolanan kirine.
Berpirsên hukûmeta herêma Kurdistanê û hêzên asayişê jî, bi berpirsên bingeha leşkerîya Tirkiyeyî ya devera Sîryê re peyivîn û ev bingeha leşkerîya Tirkiyeyî, tenê deh (10) kîlometran ji Şêladizê dûr e û di nava xaka herêma Kurdistanê de ye.
Berpirsên hukûmeta herêma Kurdistanê û hêzên asayişê daxwaz kirin, ku berpirsên vê bingeha leşkerîya Tirkiyeyî daxuyanîyekê di bareya vê topbarankirinê de bidin, belê heta niha jî, wan ti daxuyanî nedane.
Xelkên evê deverê jî dilgiran bûne û tirsek mezin jî kevtiye nava wan de.