Teqîn: 21 kes mirin bi seda birîndar hene

Duhî evarê li parzêgeha Babil du otomobîlên bombekirî li hember kargeha çinînê ya Hîle li nêzkî taxa Nadir hatin teqandin, 21 kesan gîyanên xwe ji dest dan û 100 kesên din jî, birîndar bûn.

Parêzgarê Babilê Selman Zirkanî ragihand, ku me duhî bi rêya çend jêderên zanyarîyên sîxûrîyê, hindek zanyarî li ser kirdara terorîstiya îro ya li parêzgeha Babilê bi dest xisti bûn.

Ev herdu otomobîlên han ji alîyê du kesên xwekuj ve, di demê hatina karmendên kergeha Hîle bo derve, hatine teqandin.

Di encama teqîna herdu otomobîlan de 21 hevwelatîyan gîyanên xwe ji dest dan û 100 hevwelatîyên din jî, birîndar bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: