Şahî, kovan û hêrs

Li meydana ku berî sî û sê salan li wir cînayet hatibûn kirin, dûhê şahiyeke bi çoş hebû.
Dirûşme, al, slogan, “karker, kedkar” rewşenbîr, çepgir, rêxistin, partî, jin û zarokan hemi li Meydana Taksîmê civiyabûn.
Marş û stran digotin.
Ew barîkatên ku bi sî û sê salan nehîştibûn 1 Gulan bikeve wê meydanê, bi qerebalixiyeke sed hezaran hat hilweşandin.
Bi “rabûna qedexeyan” me dît ku aşîtî bi rewşeke xwezayî çawa dikeve jiyana me.
Lê di rabûna qedexeyan de qasî daxwezên mirovan, tiştekî din jî bi bandur bû ku ew çeteyên ku berî sî û sê salan li wê meydanê xwîn rijandibûn, bi piranî niha di girtîgehan de ne.
Di vê 1 Gulanê baş hate fêm kirin, eger pişta çeteyên dewletê bihêtin şikandin, şahî û dilşadî wê bikeve nav jiyana vê civakê.
Jiber ku ew hêza jiyana me bi jehr kirî, ev rezaleta bi nave “dewleta kûr” e.
Gava hûn beşeke dewleta kûr jî ji ortê rabikin, ev kabûsa han jî dikare bihête tunekirin.
Di meydana Taksîmê de coşeke mezin hebû, lê di heman demê de di bajarên di de keder dihate jiyandin.
Ew girî û loriyên daykên zarokên ku di “hêrişa Dêrsimê” de hatin kuştin di hemi telewîzyonan de hate weşandin û em pê gelek diljan bû, dilê me şewitand.
Û belkî we bi xwe jî bi hers pirsiyar dikir, “çima ev zarok mirin?”
Çi wateya vê çalakiya PKKê heye?
Ji kî re fayedya wê heye?
Ew PKKê ku behsa „neçalakiyê” dikir, çima niha hêriş dibe ser qereqolan û leşkeran dikûje?
Ji van çalakiyên bê wate çi hêvî dike?
Eger çar pênc zarokên gundî yên bi ûniformeyên leşkerî bihêtin kuştin, ma gelê Kurd pê dilşad bibe, derdên xwe çareser bike, rihet bibe?
Çi mantiq heye, ku tu hem bibêjî bila operasyon bisekinin û hem jî çalakiyên wisa bikî ku operasyona bidî bitundkirin?
Berê du salan ez çûbûm û Qendîlê û li wir serokên wan bo min digotin, “êdî me jî fêm kiriye ku bi çekan ve em nagîhîn çi armancekê!” û ew axiftinên wan di kasetên wîdyoyên wan de jî heye.
Eger bi çekan ve hûn nikarin xwe bigîhînin çi armancekê, hûn çima hêrişên ser qereqolan berdewam dikin?
Eger bi çekan ve hûn nikarin xwe bigîhînin armancekê, çima hûn xwe radihijin sîlehan û li Semsûnê polêsan, li Dêrsimê jî leşkeran dikûjin?
Eger hûn dibêjin “heta ku operasyon berdewam bin, em dê çalakiyên xwe berdewam bikin” ew operasyon bi vî aweyî nahêtin rawestandin.
Gelo hûn dixwezin operasyon rawestin, yan hêj bêhtir bi şidet bin?
We got, ku “Em serxwebûnê naxwezin!” baş e, wê çaxê bi van çalakiyên bi sîleh ve hûn çi dixwezin bikin?
Gelo hûn bawer dikin, ew çalakiyên we dê bibe sedema hêsantirkirina çêkirina destûreke demokratîk, cîbecîhkirina wekheviyeke destûrî û pêkanîna jiyana gelê Kurd ya bi rengekî azad û dilşad?
MHP ji niha ve daxwez kir, ku “bila rêvekirin bihête bidawîkirin û şidet bihête zêdekirin!”
Gelo hûn difikirin, ku zêdebûna şideta dewletê faydeyek bide doza gelê Kurd?
Hîna berî heftiyekê, rojnamevanan Şamîl Tayar û Adem Yavûz Arslan nivîsandin û îdîakirin ku “Seneryoyeke hêzên tarî heye, ku bi çalakiyên PKKê yên li Samsûn û Dêrsimê, hewildanên guhertina destûrê bihêtin rawestandin!” Gelo jiber çi ye ku hûn tam jî li gor vê seneryoyê tevdigerin?
Gelo erka we ev e, ku Dadgeha Bilind, artêş, ÇP, MHP û Ergenekon serkeftî bin, memnûn bin û guhertinên demokratîk bihêtin sekinandin?
PKK, di wê “seneryoya” ku di rojanmeyan de dihête nivîsandin, rpla xwe bê kêmasî pêk dihîne.
Baş e, ma artêş çi dike?
Rojnamevan jî pê hesiyabûn ku li Dêrsimê wê „çalakî” bihête kirin, lê gelo çima artêş tevdîra xwe wernegirt?
Eger tevdîr hatibana standin, belkî ev çalakî nedihatin pêkanîn?
Gelo çima tam bi du demjimêran alîkariya wê qereqolê nehate kirin?
Dibêjin „jiber ku şlî û şepelî bûye û jiber vê alîkarî negîhîştiye.” Baş e, madem ew cîh cîhekî wisa ye ku hûn di bin baranê de nikarin biçin wir, çima di wan cîhan de qereqolan çêdikin û bi vî aweyî, „li gor wan seneryoyan” ew zarokan teslîmî mirinê dikin?
Eger l igel ew qas agahî, nûçeyên rojnameyan û îstîxbarat jî eger artêşekê nekaribe alîkarî jibo leşkerên xwe yên qereqolan bigîhîne û wan biparêze, êdî artêş kêrê çi dihê?
Gelo artêş kêrê pêkanîna seneryoyan dihê?
Di vî welatî de hesabên îxdîdarbûnê yên ku li ser „xwîna mirov” hatine kirin, qet kêm nabe.
Lê ev gel, bi Kurd û Tirk rojek ji rojan vê lêyîstîkê bi dawî bike.
Bes e êdî we ew qas zarokên Kurd û Tirk kuştin…
Êdî bes e, we ev axa hanê kir goristana zarokan.
Êdî bes e we bi xwîna miriyan zikê xwe werimand.
Êdî bes e, em êdî hemî lêyîstikên we dibînin, hîna we lêyîstikên xwe nelîstine, em wan ji rojnameyan dixwînin, dibihîsin, em baş dizanin ku hûn çawa di wan seneryoyan de rolên xwe dilîzin, hûn çima fêm nakin ku hûn di vê lêyîstikan de serkeftî nebin, çima jiber ku hûn hinek zêdetir dem qezenc bikin, wisa bi rengekî bê wêjdanî zarokên Kurd û Tirk dişînin kemîna kuştin û mirinê?
Ahmet Altan
[email protected]
Jêder: Taraf
Werger: KNN/Zagros Baran