Civak

Li Hewlêr û Silêmaniyê dewleta Îranê hate şermezarkirin

Hewlêr – Çalakiyên şermezarkirin û nerazîbûnê li hemberî darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li Rojhilat û gelek welatên cîhanê berdewam in. Di vê çarçovê de li Silêmanî û Hewlêrê jî di dû çalakiyên cuda de darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hat şermezarkirin.

Doh êvarê 10ê Gulana 2010an, komek ji rewşenbîr û xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê bi armanca şermezarkirina darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd li Girtîgeha Êvîn a Tehranê çalakiyek li parka Şaneder lidar xistin. Di çalakiyê de sedan Kurdên Rojhilat û nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilat û Başûr û Bakur û Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. Herwiha çend endamên Parlamenê Kurdistanê jî tevlî çalakiyê bûn.

Piştî vexwendina sirûda Ey Şehîdan ji aliyê hemû beşdarên xwepêşandanê ve, hunermend Lalo sirûda ‘Ho Kurdistan’ pêşkêş kir. Piştre daxwiyaniya kampanya îmzeyan a komek ji rewşenbîr û xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê ji aliyê Rehman Pîrotî ve hat xwendin.

Endama Parlamenê Kurdistanê Haje Silêman ser bi Lîsta Edalet û Azadî ser bi Partiya Komunîst a Kurdistanê darvekirina 5 girtiyên siyasî ji aliyê dewleta Îranê mehkûm kir.

Di berdewamiya çalakiyê de, çalakvanê sivîl û hevalê Ferzad û Ferhad Wekîlî, Sebah Nesîrî ku demekê bi wan re di girtîgehê de bû, behsa serpêhatiyên xwe bi wan girtiyên siyasî re kir û amaje bi berxwedana wan girtiyan di zindanê de da.

Rewşenbîr û Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Dr. Ferhad Pîrbal jî bi vê helkevtê axavtinek kir û ligel şermezarkirina vê kiryara dewleta Îranê, daxwaz kir karbidestên Îranê tûndûtûjiyê bikar neyînin û dersê ji çarenûsa hikûmeta Sedam Husên werbigrin û bi kuştin, darvekirin û îşkenceyan pirs û pirsgirêk nayên çareserkirin.

Di berdewamiya çalakiyê de, çend helbest û pexşan hatin pêşkêşkirin. Herwiha dehan peyamên hevderî û mehkûmkirina vê kiryara hikûmeta Îranê li dijî girtiyên siyasî yên Kurd ku bo wê çalakiyê hatibûn şandin, hatin xwendin.

Herwiha hat ragehandin ku kampanyeke 100 hezar îmzayan bo şermezarkirina darvekirina girtiyên siyasî hatiye lidarxistin û beşdaran îmza kirine. Amadevanan daxwaz kirin ku roja sêşemê 11ê Gulana 2010an bibe mangirtina giştî û sivîl bo protestokirina darvekirina wan 5 girtiyên siyasî.

Di dawiyê de beşdarên çalakiya şermezarkirina darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ber bi cada Tehran ya Hewlêrê ketin rê û bi hilkirina muman û hildana wêneyên wan girtiyên siyasî, nerazîbûna xwe li dijî vê kiryara hikûmeta Îranê dan xwiyakirin û bûyer şermezar kirin.

Hêjayî gotinê ye, roja yekşemê 9ê Gulana 2010an, çalakiyek berfireh bi vê mebestê li Silêmaniyê jî hat lidarxistin û sedan Kurdên Rojhilat, rewşenbîr, rojnameger û nûnerên partî û rêxistinên sivîl û siyasî û çalakvanên siyasî û sivîl yên parçeyên din ên Kurdistanê beşdar bûn û nerazîbûna xwe li beramberî darvekirina 5 girtiyên siyasî yên Kurd di roja 9ê Gulanê li Tehranê ku 4 jê Kurd bûn nîşan dan.

 

(Rudaw)

Back to top button