Civak
Daxûyaniya asayişa Kurdistanê
Di derbarê revandin û kuştina xwendevanê zangoyê û rojnemevan Serdeşt Osman de, Asayîşa Kurdistanê daxûyaniyek belav kir.
Li gora nûçeya Kurdistan Tv, Asayîşa Kurdistanê di daxûyaniya xwe de daxwazî ji welatiyên Kurdistanê dike ku, hêzên asayîşa Kurdistanê bi hemi awayî dest lêkolînek berfireh kiriye ji bo kujerên Osman bêne zanîn destgîrkirin. Ji bo selameta lêkolînê, nabê tu kes yan jî aliyek hewl bide da ku bandore li ser prosesa lêkolînê bike.
Herweha asayîşa Kurdistanê dide diyarkirin ku, pêwiste herkes û her alî divê hêviya encamên lêkolînê bin.