Polîtîk

Xwe nefiroşin Bexdayê

Di civîna Parlamentoya Kurdistanê ya derbarê proje-yasaya ‘Bidestxistina mafên ekonomîk ên Herêma Kurdistanê ji dahatên hikûmeta İraqê’’ ku bi piraniya dengan hat pesendkirin, alozî ket navbera Wezîrê Samanên Xwezayî Aştî Hewramî û parlamenterên mixalefetê, ji ber Hewramî ji parlamenterên opozîsyonê re got; Xwe nefiroşin Bexdayê.

Derbarê mesela derxistina petrolê û şandina wê de jî Aştî Hewramî ji parlamenterên mixalefetê re got. ‘’Xwe nefiroşin Bexdayê.’’ Lê belê piştre daxwaza lêborînê kir û axaftina ji girteka parlamento hat birin. Piştre Hewramî wiha axifî: ‘’Ez bi xwe û serokwezîr jî em amade ne werin parlamentoyê û derbarê vê mijarê de agahiyan bidin, ji ber dahata petrolê û destkeftên darayî yên herêmê şefaf in û hîç welatek bi vî rengî ne şefaf e.’’

Lê di heman demê de gelek têbiniyên aliyên mixalefetê li ser proje-yasayê hebûn. Derbarê mijarê de Endama Lijneya Pîişesazî û Enerjiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Nasik Tofîq ji Xendanê re got: ‘’Bi mebesteke diyarkirî aliyên desthilatdar lez di gotûbêjkirina vê proje-yasayê de kirin, di demekê de me wek Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê raport li ser nivîsiye, lê belê li ser raporta herdu lijneyên darayî û yasayî dest bi gotûbêjê hat kirin.’’

Yasaya bidestxistina mafên ekonomîk ên Herêma Kurdistanê ji destkeftên heyî yên hikûmeta federal ku ji dahatên darayî pêk tê, armanca vê yasayê danîna mekanîzmayeke yasayî ye bo diyarkirin û bidestxistina mafên ekonomîk yên Herêma Kurdistanê ji hatina petrolê. Birgeya yekem a madeya 106-ê ya Destûra İraqê vî mafî dide herêman. Yasaya navbirî piştî gotûbêjeke zêde ji aliyê parlamenteran ve bi 62 dengan hat pesendkirin.

(Bas)

Back to top button