Piştî bûyerên li Hewîca pêkhatîn û bi dehan kuştî û sedan birîndar çêbûyîn, rewşa Iraqê berbi alozîyekî ve diçe. LiHewîca girêdayê Kerkûkê di navbera hêzên Malikî ş xelkê deverê de şer çêbû gelek ji xelkê û hinek leşkerên Malikî jî hatine kuştin.
Li ser vê rewşê ji bo di cihê xwe de pirs bê nirxandin Wezîrê Navxwe yê hukumeta Kurdistanê Kerim Sincarî û wezîrê Pêşmerge serdana bajarê Kerkûkê kirin. Wezîrê Kurdistanê li Kerkûkê li gel berpirsên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, polis û hêzên asayîşê dest bi civîna kirin. Di van civînan de rewşa heyî berfirehî hate nirxan din û herweha tedbîrên ku ev hêzn navbûrî bistînin hate kifşkirin.
Hukumeta Kurdistanê ji bo parastina hevwelatiyên kurd li deverê hemî cureyên tedbîran distine.