Civak
Xwarina wê sabûn û deterjane
Tempestt Henderson ya 19 salî li Florîdayê Emerîka dijî û di hefteyekê de 5 qalib sabûn û deterjan dixwe.
Lê belê Henderson nikare li hemberê vê daxwaza xwe bisekine. Henderson rewşa xwe ya balkêş wiha tîne ziman: Ez weka cîps deterjan û sabûn dixwim û nikarim pêşî li hemberê vê daxwaza xwe bigrim.
Ez gelek hej sabûn û deterjana dikim tehma wan hem şîrîn hem jî bixwêye. Dema ku serê xwe dişom kefa sabûnê vedixwim û ew jî ji min re hisekî paqijî dide.
Zanyaran dan zanîn ku li ser Henderson nexweşiyek bi navê ‘PICA’ heye. Nexweşên wê nexweşiyê jî madeyên cûr be cûr dixwin. Xwarinê wan piranî metal, pîl, pereyên hur û hatta firçeyê dîranan jî dixwin.