Cîhan

Beşîr cudabûna Başûrê Sudanê pejirand

Serok Dewletê Sudanê Omer El Beşîr biryarnameyek weşand û daxuya kir ku encamên referandumê bi awayekî fermî pejirand.

Beşîr piştî bidestxistina encamên nihayî biryarnameyek weşand û biryarname ji aliyê Wezîrê Sudanê Bekir Hesen Salihê ve di televîzyona dewletê de hate xwendin. Salih diyar kir ku rêz li ber encamên referandumê û fikrê xelkê başûrê digrin. Her wiha encamên refardumê jî ji aliyê me ve hatiye pejirandini.

Li başûrê Sudanê di 9’ê Rêbendanê de referandumek li ser cudabûna başûr û bakur hatîbû kirin û heftekî berdewam bûbû.

Li ser encamên referandumê daxuyaniya ewilê hatîbû ragihandin ku xelkê Başûrê Sudan ji %99.57 daxwaza cudabûnê dikin.

Back to top button