Serokê MIT-ê û berpirsên PKK-ê civiyane

Berî demekê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di civîneke çapemeniyê de li Strasburgê dîsa helwesta xwe ya fermî dubare kir û ragihand ku: “Tirkiyê ne amade ye bi terorîstan re gotûbêjan bike.” Davutoglu ev gotina xwe di bersiva pirsiyara rojnamevanekî de kir ku dixwest bizanibe Tirkiyê heta çiqasî amade ye bi PKKê re li ser çareserkirina doza Kurd li Tirkiyê danûstandinan bike. Lê li gor raporeke belavkirî ya malpera rojnameya almanî ‘Die Welt’, di sala 2007an de serokekî dezgeha sîxuriyê ya Tirkiyê wek nûnerê Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan, li Başûrê Kurdistanê bi serkirdayetiya PKKê re danûstandin kiriye.

Rapora ‘Die Welt’ pişta xwe bi belgenameyeke nehênî ya balyozxaneya Amerîka li Bexda girêdide ku di roja 13’ê Adara 2008’an de ji Washingtonê re hatiye rêkirin û niha di destê rojnameyê de ye. Sedemê nivîsandina belgenameyê vegera Serokkomarê Îraqê Celal Talabanî ji serdaneke xwe ya fermî ji Tirkiyê û rûniştina wî bi balyozê Amerîkayê li Îraqê ye. Li gor dokumentê, Talabanî berî ku here Tirkiyê, bi Amerîkiyan re behsa wê yekê kiriye ku pêwîstiya serdana wî bi “amadekirineke baş heye, ji ber hinek mijarên nazik wek: Kerkûk, PKKê û Îran.” Ku wek Talabanî gotiye, ji ber van sedeman divê beşek gotûbêjên wî bi karbidestên Tirkiyê re “di asteke veşartî de” bin.

Dema di Adara 2008an de Talabanî diçe Enqere, wek di belgenameyê de hatiye nivîsandin, tevî hevdîtinên wî yên fermî bi Serokkomarê Tirkiyê Abdulla Gul û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan re, rûniştineke nehênî jî di navbera hersê serokan de tê kirin û dûre Talabanî li Bexdayê behsa vê civînê ji balyozê Amerîka li Îraqê, Ryan Crocker, re dike.

Li gor dokumentê, Talabanî di vê civînê de ji Erdogan re gotiye ku dema şandina Serokê Dezgeha Sîxuriyê ya Tirkiyê (MIT) Emre Taner, da ku bi PKKê re rûne – ku beriya operasyona 16’ê Adarê bû – ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re pirsgirêkên ciddî dirust kiriye. Sedemê vê gotina Talabanî, wek dûre di belgenameyê de derdikeve, ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sazkirina gotûbêjên navbera Taner, wek nûnerê Hikûmeta Tirkiyê û serkirdeyên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê de, rola navçîkar lîstiye. Loma jî dema ku piştî van gotûbêjan êrîşên leşkerî birin ser PKK’ê, gumana wê yekê ket ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi rola “xayînan” rabûbin.

Talabanî ji balyozê Emerîka re gotiye ku dema wî evyek ji Erdogan re gotiye, Erdogan ji Talabanî re gotiye ku ev “xeletiya serokerkanê artêşê” bû. Yanî bi gotinek din, razîbûna Hikûmeta Erdogan bi destpêkirina van êrîşan di bin zextên generalên artêşê de pêk hatiye. Herwiha Erdogan ji Talabanî re gotiye ku çûna Taner ji bo Başûrê Kurdistanê bi teklîfa Erdogan bi xwe bûye.

Dîsa li gor belgenameyê, Talabanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî de, civîneke “nehênî” bi Taner re jî saz kiriye, ku tê de “Taner behsa xwesteka hevdîtinek din bi serkirdeyên PKK’ê li çiyê kiriye.” Lê Talabanî dûre ji balyozê Emerîka li Bexdayê re gotiye, ku wî ji Taner re gotiye ew ne emîn e ku serkirdayetiya PKK’ê bi civîneke bi vî rengî razî bibin, “ji tirsa ku cihê mabûna wan li çiyayan eşkere bibe û sîxurî li ser wan bê kirin.” Li ser vê yekê Taner pêşniyaz kiriye ku eger wisa nebe, ew dikare bi serkirdeyên Ewrûpa yên PKK’ê re bicive.

Belgename dide xuyakirin ku Talabanî ji Abdulla Gul bihîstiye ku ew piştgiriya derxistina lêborîneke giştî ji bo PKK’yiyan dike, lê herwiha gotiye jî: “Xelkê din bi awayekî din li vê meseleyê dinerin.” Herwisa Talabanî wisa ji Gul fam kiriye ku ew piştgiriya derxistina efûyekê netewî dike. Û Erdogan jî ji bo hejmareke çekdarên PKK’ê piştgiriya derxistina efûyekê dike û tekez jî dike ku “hemû gavên siyasî li ser maseyê ne, bi şertê ku PKK çekan deyne”

 

(Rudaw)

Nerîna min :