Civak

Kurd ji bo hişkahiyê li çareseriyê digerin

Li gora wezareta çandinîyê ya herêma Kurdistanê dide xuyakirin, planên wezaretê yên di vê derbarê de stiratejîk in û ew dê sûdê (faydeyê) ji jêderên avê yên nêzîkî serzemînê bibînin.

Rêvebirê giştîyê wezareta çandinîyê Ekrem Ehmed Resûl jî di vê derbarê de da xuyakirin, ku dê ev 29 sikrên biçûk û mezin li bajêrên Hewlêrê, Silêmanîyê û Duhokê bihên çêkirin.

Ekrem Ehmed Resûl got, ku dê ev sikrên han li ser rûbarên (çemên) biçûk û mezin û li cihên kombûna ava baranan bihên diristkirin, da ku di derbarê projeyên geştevanîyê (turizmê) û çandinîyê û berhemanîna wizeya kehrebayê de, sûd ji wan bihên dîtin.

Ekrem Ehmed Resûl weha jî da nîşandan, ku dê di biwarê berdestkirina ava vexwarinê jî de sûd ji van sikran bê dîtin, ji ber ku êdî kêmbûna baranan û zuhabûn li gelek deveran çê bûye. Weha jî got, ku di navbera sala 2009 û sala 2010 de, deh sikr hatine diristkirin.

Back to top button