Polîtîk

Li Kurdistanê sê îdareyên nû

Îro, bin serokatiya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûna cîgirê wî Azad Berwarî, civata wezîrê hikûmeta hwerêma Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de serokê hikûmetê behsa rewşa siyasiya herêma Kurdistanê kir û got ku di van rojan de gelek heyetên welatên biyanî weke; wezîrê karûbarên abûrî yê Almaniyayê, wezîrê derve yê Îmaratê, wezîrê derve yê Felestînê, wezîrê dewlet û wezîrê tûrîzmê yên Lubnanê û heyeteke mezin a bazirgan û karsazên lubnanî serdana herêma Kurdistanê kiriye û her hemûyan jî rewşa emnî, aramî û pêşkeftinên herêma Kurdistanê bilind dinirxandin.
Herwesa di icvînê behsa beşdariya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî fermî di korbenda Davosê a abûrî de hat kirin.

Civîna wezîrên herêma Kurdistanê biryar de:

1- ji bona damezrandina karmendên nû li saziyên hikûmetê li gor pîvanên şiyan, jîrî û meslekî be, qanûna Rajey Medenî (qanûna xizmeta medenî) bê cîbicî kirin û civata Raje (civata xizmeta medenî) bê damezrandin
Di vê çarçoveyê de serokê hikûmetê got: Damezrandina civata Raje, ji bona damezrandina (teîn) karmendan li gor pîvanên diyarkirî û dûr ji wasteyîyê û destêwerdanan û tezkiyên hizban dê alîkareke gelek baş be.
Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetî li dor vê yekê got: Bi damezrandina civata Raje hikûmet dê hevwelatiyan bi awayekî adil, jêhatbûn û pêdawîstiyan li saziyên hikûmetê teîn bike.

2- Pêkanîna sê îdareyên serbixwe ji bo rêvebirina deverên helebce, Raperîn û Soranê. Berpirsên vab îdareyan dê deselatên walî hebin û dê bo qanûnekê bên rêxistin. Îdareya devera helebce dê rêvebiriya Helebce, Pêncwîn, Seîdsadiq, Şarezûr û hemû nahiyeyên derodûr bike. Îdareya Raperîn dê rêvebiriya Raniya, Qeladizê û hemû nahiyyeên derdûr bike û îdareya Soranê jî dê rêvebiriya Rewandiz, Çoman, Mêrgesor û hemû nahiyyeên derdûr bike.
Armanc ji pêkanîna van yekîneyên îdarî ewe daku karûbar û miamileyên hevwelatiyên bi hêsanî û li wan deveran bên rêvebirin û peyrewkieina lamerkeziya îdareyê ye.

3- Zêdekirina dermaleya (nesriye) efser û karmendên rêvebiriyên berevaniya şaristanî ji %80 bo ji %100 bê zêdekirin. Dermaleya kolêja poîsan ji %80 bo ji %09 bê zêdekirin.

4- Pêşniyara wezareta darayî û abûriya herêma Kurdistanê ya li dor rastvekirina qanûna jimare 26 a sala 2007 hat qebûl kirin. Li gor pêşniyarê ew mal û milkê weke mîrat ji dê û bavan bo zarokan yan ji jinê bo mêrî yan jî ji mêrî bo jinê dimîne bac li ser nebe.

5- JI bona yekalîkirina beşê herêma Kurdistanê ji budceya Îraqê û cîbicîkirina wan rêkeftinên herêma Kurdistanê û Bexda li ser rêkeftîn, şandeyeke herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û digel aliyên peywendîdar bicive.

Back to top button