Îroj

9'ê Reşemî

9’ê Reşemî

Di sala 1881’an de nivîskarê navûdeng Dostoyevskî li Petersburgê diçe ser dilovaniya xwe.

Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevskî nivîskarekî rûsî ye. Di wêjevaniya dinê de wek kevirekî bingehîn hatiye pejarandin.

Di 30’ê cotmeha 1821’ê da li Moskowê ji dayik dibe. Li ser Endezariya Leşkerî perwerdê dibîne. Dû re ji bo nivîskariyê vî pîşeyî diterikîne.

Di jiyana xwe de gelek têdayî dibîne, sêwî dimîne, xizaniyê dikşîne, tê girtin, sirgûn dibe, du hev kovaran derdixe lê ser nakeve, dibe xûmarbaz bi kurtî jiyanek tevlîhev dijî. Di dawiyê de ji ber deynan welatê xwe diterikîne. Salên wî ên xerîbiyê bêtir wî dike afirîner. Rojnameyekê derdixe û xwe di warê rojnamevaniyê de jî dide pejirandin.

Dû re vedigere û di 28’ê çileyê 1881’ê da li Sankt Petersburgê dihere ser dilovaniya xwe.

Berhemên vî nivîskarî bi nav û deng hema hema li her zimanê hatiye wergerandin. Pirtûka wî ya herî naskirî Tewan û Cirm (Преступление и наказание, Prestuplenie i nakazanie, 1866) e, çend berhemên wî bûn fîlmên sînemayê.

Çîroka wî ya bi navê Şevên Spî (Белые ночи, Belye nochi, 1848) di sala 1993’an de ji layê Firat Cewerî ve hatiye wergerandin kurdî.

Berhemên wî

Roman

• (1846) Bednye lyudi (Бедные люди)
• (1849) Netochka Nezvanova (Неточка Незванова)
• (1861) Unizhennye i oskorblennye (Униженные и оскорбленные)
• (1862) Zapiski iz mertvogo doma (Записки из мертвого дома)
• (1864) Zapiski iz podpolya (Записки из подполья)
• (1866) Prestuplenie i nakazanie (Преступление и наказание)
• (1867) Igrok (Игрок)
• (1869) Idiot (Идиот)
• (1872) Besy (Бесы)
• (1875) Podrostok (Подросток)
• (1881) Brat’ya Karamazovy (Братья Карамазовы)

Çîrok û kurteçîrok

• (1846) Dvojnik (Двойник. Петербургская поэма)
• (1847) Roman v devyati pis’mah (Роман в девяти письмах)
• (1847) Gospodin Prokharchin (Господин Прохарчин)
• (1847) Hozyajka (Хозяйка)
• (1848) Polzunkov (Ползунков)
• (1848) Slaboe serdze (Слабое сердце)
• (1848) Chuzhaya zhena i muzh pod krovat’yu (Чужая жена и муж под кроватью)
• (1848) Chestnyj vor (Честный вор)
• (1848) Elka i svad’ba (Елка и свадьба)
• (1848) Belye nochi (Белые ночи), Şevên Spî (Weşanên Nûdem, ISBN 91-88592-00-6) di 1993’an de ji aliyê Firat Cewerî ve hatiye wergerandin zimanê kurdî.
• (1857) Malen’kij geroj (Маленький герой)
• (1859) Dyadyushkin son (Дядюшкин сон)
• (1859) Selo Stepanchikovo i ego obitateli (Село Степанчиково и его обитатели)
• (1862) Skvernyj anekdot (Скверный анекдот)
• (1865) Krokodil (Крокодил)
• (1870) Vechnyj muzh (Вечный муж)
• (1873) Bobok (Бобок)
• (1876) Krotkaja (Кроткая)
• (1876) Muzhik Marej (Мужик Марей)
• (1876) Mal’chik u Hrista na elke (Мальчик у Христа на елке)
• (1877) Son smeshnogo cheloveka (Сон смешного человека)

Back to top button