Civak

Xoşnaw: Dixwazim li cîhanê ala Kurdistanê bilind bikim

Korona ne bi tenê ziyanê aborî û girtina cîhan kiriye belku şampiyon û pehlewanekê Kurd ya navdewletî ji serkeftinan radigrê ku biryar bû li vê demê de bibê pehlewan û şampiyonê cîhanê û piştên û kembera zêr bi dest ve bîne.

Behêz Newzad Xoşnaw pehlewanê navdewletî ya Kickboxing daye zanîn ku ji ber belavbûna virusa Korona li Holanda, min nekarî li sê palewaniya navdewletî da beşdarî bikim û ew lîstok û yarî hatine hilweşandin, yek ji wan yariyan gelek mezin û li astekê bilind de bû. Niha tevahiya yariyan heta meha 11 hatine paşxistin.

Her wiha got: “Xewna min eweye nasnavê ‬cîhanî bi dest ve bînim û pileya yekemê yariyan bibim û nav û ala Kurdistanê bilind bikim û derkevim. Xewnên minên jiyanê heye û wekî xwendekarek bikarim kolêja pizîşkî ya didanan temam bikim.”‬‬

Behêz Xoşnaw got: “Îsal min amadekariyekê zêde kiribû bo ku beşdariyê li sê rûbirûbûnên navdewletî li welatên Fransa û Îspanya û Holandayê da bikim. Lê belê Korona hemû karên me rawestand. Ji bo ku berdewam bim li encamên baş werbigrim, niha jî li werzîşkirin û amadekariyan de berdewamim. Îro hatim agahdarkirin ku heta yekê meha 10 li Holanda hemû cihên werzîşî bi girtî dimînin. Li derveyê holan jî bi zehmete û bi tenê divê werzîş û amadekariyan bikim.”

Her wiha Behêz Xoşnaw eşkere kir ku “Bavê min û mamê min û birayên min gelek şîretê li min dikin û palpiştê minin. Çend kompanyayekê Holandî piştgiriya min dikim wekî sponser û palpiştiyeke başin ji bo min bo ku ‬bigihim armancên xwe. He‬ta niha sponserê minê Kurd nîne ku palpiştiya min bike li Kurdistanê. Li paşarojê de çaverêya kompanyayên Kurdî dikim ku palpiştê min bin.”‬‬

Back to top button