Polîtîk

Amerîka bingehekê nû yê serbaziyê ava dike

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku Amerîka li bajarê Dêrazorê dest bi avakirina bingehekê mezin yê serbazî kiriye û hejmareka zêde çekên giran jî li wî bingehî wê bêne bicîhkirin.

Heman navendê wê yekê jî diyar kir ku Amerîka hêzên xwe yên li nêzîkî deverên petrolê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî zêdetir lê dike û ev yek jî nîşan dide ku berevajiya gotinên sala bihurî yên Trump, Amerîka divê ji bo demekê dirêj li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bimîne.

Back to top button