Polîtîk

Barzanî: Ji destdana Abdulrehman Hacî Elî xesaretekê mezine

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Pêşmergeyê her dû şoreşên Eylûl û Gulanê Abdulrehman Hacî Elî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û xebatgêrê jêhatî û Pêşmergeyê her dû şoreşên Eylûl û Gulanê Abdulrehman Hacî Elî gihîşt me. Xwedê jêrazî Abdulrehman Hacî Elî bi dirêjahiya temena xwe dilsozane xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê kiriye û rolekê ber bi çav li şoreşa mezina Eylûl û şoreşa Gulanê da hebuye û ji dest dana wî xesaretêkê mezine.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata têkoşerê xwedê jêrazî Abdulrehman Hacî Elî û tevahiya xizm û kesukarên wan dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
09.05.2020

Back to top button