Behmen Qubadî li rêya mafê firoştina dû fîlmên xwe yên sînemayî û li gel hevalekî xwe yê bi navê Wedad Çelik yarmetiyê pêşkêşî 50 malbatên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Li gor zanyariyan Sînemakarê navdarê Kurd “Behmen Qubadî” li rêya firoştina mafê dû fîlmên xwe yên sînemayî yên bi navê “Kusî jî dikarin bifirin” û “Kes agahdarê pişikên Îranê nîne?” bi kanala televîzyona HULU TV li welatê Amerîka li gel hevalekî xwe yê bi navê “Wedad Çelîk” bi yarmetiya 750 mîlyon tumenan ku pêkhatibû ji kelupelên xwarinê hem ji bo hatina meha remezana pîroz û her wiha pêdiviyên tendirustiyên berevanîkirina tûşbûna virusa Korona pêşkêşî 45 heta 50 malbatên bajarên Sine, Kamyaran, Bane û Pîranşara li Rojhilatê Kurdistanê kir.

Her wiha berî du mehan jî piştî birêveçûna 70. xula festîvala navdewletiya fîlmên Berlîn ya li welatê Almanya, bi pêşniyara Behmen Qubadî û her wiha bi alikariya Wedad Çelîk barhilgirekê pir li pêdiviyên berevaniyê li tûşbûna virusa Korona pêşkêşî penaberên Rojavayê Kurdistanê li welatê Yunanê kiribû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: