Polîtîk

Xortên Kurd li Hewlêrê akademiya firokevaniyê vedikin

Endazyarekî Firokevanî yê Kurd radigihîne: Em mijulin akademiyayekî firokevaniyê li Kurdistanê damezrînin.

Yusif Sarmemî Endazyarê Firoke û Firokevaniyê da zanîn ku ew amadekariyan dikin ku vegerin Kurdistanê û firokeyan bînin û xulên(kurs) firokevaniyê li Hewlêrê vekin.

Sarmemî li daxuyaniyek de ragihand ku çendîn xortên Kurd yên firokevan û li vî warî de dixwînin, amadekariyan dikin ku li Kurdistanê akademiyeke firokevanî damezrînin.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku firokevanî karekî ne hêsane ji ber ku ji bo her firînek divê hemû mercekî yasayî û teknîkî ya di derbarê firokeyê û firokevan jî divê li warê tendirustî û rênimayiyên yasayî li ber bigre.

Back to top button