Bexdayê bêy kurda budecya 2014ê pesind kir

Hikûmeta Îraqê di civîna xwe ya îro de, bê razîbûna kurdan, budceya sala 2014ê pesind kir û ji parlamentoya Îraqê re şand.
Mecîd Heme Emîn wezîrê saxlemiyê yê hikûmeta Îraqê, li dor pesidnkirina budceya sala 2014ê a hikûmeta Îraq, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got ku, reşnivîsa pirojeya budceya Îraqê herêma Kurdistanê neçar dike ku, dahatiniyê neftê radestî Bexdayê bike û eger herêma Kurdistanê wê yekê neke Bexda dê budceya pişka herêma Kurdistanê qut bike.
Civata wezîrên hikûmeta Îraqê bê razîbûna kurdan budceya sala 2014ê pesind kir û di dema dengdanê de wezîrên kurd, wezîrê koç û koçberan, wezîrê saxlemiyê, wezîrê bazirganî û cîgirê serokwezîrê Îraqê ji civînê derketin û civîn pirotesto kir.
Pesindkirina budceyê û pirsên girêdayî herêma Kurdistanê divê Bexda û Hewlêr bi lihevhatin, ne bi dengdanê, bigihin rêkeftinê.
Bi vê biryarê serokwezîrê Îraqê pirsgirêkên bi herêma Kurdistanê kûrtir û aloztir kirin.


