Polîtîk

D.X.B û Samaritans Purse pêkve alîkariya penaberên Rojava dikin

Bi mebesta zêdetir alîkarî kirina penaberên Rojavayê Kurdistanê û ji bo wan dabînkirina pêdiviyên zivistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel rêxistina Samarîtans Purse xêrxwaziya mesîhî 4 hezar sopa û ronahiyên bi battery li ser penaberên Rojavayê Kurdistanê li wargeha Kevirgoskê dabeşkir.

Bi hemahengiya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Samarîtans Purse xêrxwaziya mesîhî û bi hevkariya birêveberiya giştî ya karubarê mesîhiyan li Wezareta Ewqafa Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji bo zêdetir xizmetkirina penaberên wargeha Kevirgoskê û ji bo wan dabînkirina pêdiviyên zivistanê, li helmetekî hevbeş de 2 hezar sopa û 2 hezar ronahiyên bi battery li ser 2000 malbatên penaberên wargehê de dabeşkir.

Back to top button