Polîtîk

Xirîstiyan biryara dadgeha federal red dikin

Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê li ser biryara Dadgeha Federalî, konferanseke çapemeniyê li darxistin û biryara dadgehê ne huquî dan xûyakirin û gotin ku, pêkhate bûne qurbaniyên nakokiyên siyasî yên di navbera partiyên kurdî de.

Amaje bi wê jî kirin, biryara Dadgeha Federal cihê mixabiniyê ye û mafên pêkhateyan binpê dike. Wan tekez kir jî, ew biryara Dadgeha Federalî ya derbarê kursiyên pêkhateyan de red dikin.

Herwiha gotin, Xiristiyanên Herêma Kurdistanê daxwaza vegerandina mafên xwe dikin û dibêjin: “Em bêdeng namînin û em ê civaka navdewletî doza mafên xwe bikin.

Dadgeha Federalî roja 22.02.2024ê di rûniştina xwe ya 12emîn de li ser giliya ji aliyê YNKê ve da. Li gotî biryarê jî, hejmara kursiyên kotayan hilweşand û kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 daxist 100 kursî.

Back to top button