Polîtîk

Namzedê Çinarê yê Partiya DEMê xwe vekişand

Ji namzetên Hevserokatiya Giştî ya DEM’ê ya navçeya Amedê Çinarê Mahmut Ulus ji namzetiya xwe vekişiya.

Di hilbijartina di nava partiyê de ji bo tesbîtkirina namzetan a li navçeya Çinarê ya DEM Mahmut Ulus bi 361 dengan û Semra Akyuz jî bi 540 dengan wekî namzetên hevserokatiyê hatin diyarkirin.

Ji ber ku li Tirkiyeyê di qanûna hilbijartinê de pergala hevserokatiyê nîne, tenê namzetek dikare serî li YSK’ê bide. Di hilbijartinê de namzedê din jî wek endamê meclisê tê destnîşankirin.

Semra Akyuz a ku li ser navê Partiya DEM’ê ya Çinarê ji kotaya jinan hat hilbijartin, bi fermî serî li komîsyona hilbijartinê da. Namzetê hevserokatiyê Mahmut Ulus bertek nîşanî serlêdana Akyuz da û diyar kir ku wî ji namzetiya xwe vekişandiye.

Tê payîn ku ji ber vekişîna Ulus, Partiya DEM’ê namzetekî nû yê hevserokatiyê destnîşan bike. Di 21’ê Çile de Partiya DEM’ê ragihandibû ku namzetên wê yên Çinarê Mahmut Ulus û Semra Akyuz in.

Back to top button