Civak

Xêrxwazeke Kurdistanê alîkariya 360 malbatan kir

Li civîneke rojnamevaniyê da îro li roja pênçşemê 30.04.2020 li bajarê Zaxo Rêveberê Giştî yê Çavdêrî û Geşepêdana Civakî ya li parêzgeha Dihokê diyar kir ku bi rêya xêrxwazekê ji bajarê Zaxo wê dirav û pere li ser 360 malbatên kêmderamet de dabeşbikin.

Di derbarê çawawiya belavkirina wan alîkariyan Dr Şêrzad Hirorî got: Piştî qonaxa yekê da bajarê Dihokê bi rêya hinek xêrxwazan alîkariyê li ser hinek malbatan de hatîne belav kirin, li qonaxa duyê jî li bajarê Zaxo bi rêya xêrxwaz Dilêr Hecî Meşhud alîkariyê li ser 360 malbatên kêmderamet da belav kirin ku ji bo her malbatek jî 200 dolarên Amerîkî dibe û navê wan kesan jî bi rêya lîjneyên taybet ve hatine tomar kirin û ew kesên navê wan hatine tomar kirin ji taxên kêmderametin û pêdiviya wan alîkariyan heye û îro roja pênçşemê dê dest bi belavkirina wan alîkariyan tê kirin.

Back to top button