Kultur

Hîva ji bo zarokan çîrokan dixwîne

Ji roja ku vîrusa koronayê li dinyayê belav bûye gelek tişt bi ser înternetê re têne kirin û belavkirin. Weşanxaneya Hîva jî niha her roj çîrokek ji bo zarokan dixwîne. Di nav van çîrokan de yên kovara Ronahiyê de di sala 1942 de hatiye weşandin ‘Şêr û Kêvroşk’ jî heye.

Weşanxaneya Zarokan Hîva ji bo ku di van rojên Coronayê de zarok û mezin li mala xwe bin û aciz nebin çîrokan Kurdî dixwînin û li ser kanala xwe ya youtubê û li ser tweeterê parve dikin. Pepûk, Çûçik û Pîrê, Hebîbê Necar çîrokên gelêrî yên ku ji alî Ulku Bîngol hatiye berhevkirin û hatiye xwendin heta niha hatiye weşandin.

Di vê çarçoveyê de Hîvayê jî xebatek daye dest pê kirin û li gor vê her roj ew çîrokek ji bo zarokan dixwînin û wê ji ser hesabê xwe yê Youtube re parve dikin. Çîrokên di Kovara Ronahiyê de di sala 1942 de hatiye weşandin jî wek Şêr û Kêvroşk, Xezna Koseyan, Dîk û Kîso, Şêr û Kîso jî dîsa ji alî Ulku Bîngol ve hatiye xwendin. Her wiha Çîrokek bi navê ‘Xewroşka Welatê Maran’ ya Ulku Bîngol li ser Youtubê heta niha hatiye weşandin.

Ji bo van çîrokan hûn dikarin ji ser hesabê wan re guhdarî bikin.

Back to top button