Bûyerên li Kurdistanê û peyama Ocalan!

Dema hukumeta herêma Kurdistanê hêzek pêşmergeyên girêdayî wezereta pêşmerge rêkir devera Zinî Wertê PKK piralî erîşê PDKê kir. Medya PKKê rojane PDK bi xiyanetê ithamkir û da xûyakirin ku PDK hevalbendiya Tirkiye dike û şerê PKKê dike. Herweha gelek bi erzanî hewlda ku YNKê bide aliyê xwe û zemînê şerekî çekdarî li himber PDKê peyda bike. Mixabin hevserokê  YNKê jî bi helwesta xwe bû pişgirekî yê vê siyaseta PKKê.

Li himber êrîşên medya PKK li ser PDKê, medya başûrê Kurdistanê ya ku li ser PDKê ve tê zanîn, di vê derbarê de çi kir? Rolê xwe yê pêwist çikas leyizt û heta çi radeye karî rastiya bûyera Zînî Wertê derêxe hole, derew û leyiztikên PKKê eşkere bike? Ev hemû pirsin û mixabin bê bersivin. Tu cara bersiva van pirsan jî ji aliyê medya ku behsê dikin nayê dayîn.

Medya  navbûrî tenê daxûyaniyên berpirsên herêma Kurdistanê didan. Roja 20.4.2020ê serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civînek berfireh li gel desteya serokatiya herêma Kurdistanê kir û piştre derket himber medyayê agahdariyên berfireh dan û bersiva pirsên rojnemevana di derbarê pirsgirêka Zinî Wertê de da. Serokê Kurdistanê helwesta fermî ya desthilatdariya Kurdistanê di derbarê vê babetê de eşkere kir û rastiya Zinê Wertê jib o raya giştî zelal kir.

Diviya medya  navbûrî bi dehan bernameya li ser vê babetê pêkanibûya û rastiya vê pirsa PKKê bi zanebûn derxistî hole ji raya giştî ya Kurdistanêre eşkere bikira. Tenê di medya civakî de beşek Kurdistaniyên ku li ser xeta netewî siyasetê dikin û berjewendiyên Kurdistanê li her tiştekire digrin hewldidan bersiva derewên PKKê bidin. Berevacî hinek karmendên medya navbûrê li dijê helwesta kurdên niştiman perwer yên ku hewldidan derewên PKKê eşkere bikin, twitter avêtin û bûn parêzerê siyaseta PKK li Zinî Wertê.

Berpirsên PKK yên wek Duran Kalkan vekirî div ê derbarê de desthildariya Kurdistanê û taybetî PDK tehdît kir. Kalkan da xûyakirin ku, ew qebûl nakin pêşmerge li deverê bêne cih kirin. Lê mixabin medya navbûrî nekarî eşkere bike ku, gelo çi karê PKKê li başûrê Kurdistanê heye? PKK li başûrê Kurdistanî ne hêzek rewaye û ji bo serweriya Kurdistanê bike xeterê de her tiştekî dike.

Lê dema berpirsek yê PKKê, yan jî HDPê daxûyaniyekî dertêxe medya navbûrî vê yekê di cihde dike manşet û bi roja  li ser disekine.

Ocalan bi rêya telephone li gel malbata xwe axivî, birayê Ocalan  behsa peyama Ocalan kir. Mehmet Ocalan dibêje: Ocalan behsa peymannameya 10 xalî ya ku di sala 1982an bi Îdrîs Barzanî re îmze kiribû kiriye û amaje bi wê kiriye li gor wê peymannameyê pêwîst e êdî di navbera kurdan de xwîn û şer pêk neyê.

Ev tiştên ku Mehmet Ocalan ji medya PKKê re gotî, heta çi radeyê raste  ev jî nayê zanîn. Mehmet Ocalan ne di wê astê de ye bikaribe evkas rêkûpêk tiştên Ocalan gotî ji medya PKKê re bêje.

PKKê piştî peyaman sala 1982ê li gel PDKê îmze kirî demekî li dijê PDKê rawestaye û şerê PDKê kiriye . Dema Abdullah Ocalan li paytextê Suriye li Şamê dimaê li ser xaka başûrê Kurdistanê gelek şerên giran navbera PKKû PDKê de rûdane. Bi sala PKKê êrîşê PDKê kir û gelek pêşmerge şehîd kirin û başûrê Kurdistanê kirin wek dujgehê ji bo hemwelatiyên Kurdistanê.

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê hayina PKKê li başûrê Kurdistanê de got: (PKK) hêzek nîne li Herêma Kurdistanê da hîç şerîyetekî hebê heta beyanname derbixe ev hêze bimînê yan nemînê. Ne şerîyeta wî heye û ne jî derfeta wê şer`îyet jî bi (PKK) li Kurdistana Iraqê da tê dayîn. Ewê ku (PKK) bixwaze yarmetiya Herêmê bide, eweye ku divê Herêma Kurdistanê çol bike û Herêma Kurdistanê cihê karkirina (PKK) nîne. Ewê niha (PKK) dike, qet yarmetîdana Herêma Kurdistanê nine. Bi berevajî ve rêk dirustkirina kêşeye ji bo Herêma Kurdistanê li vê dem û wextê da. Helwesta Herêmê jî li roja yekem ve diyar buye, em dixwazin fakterê aramiyê bîn li navçeyê li gel cîranên xwe û li navxwe jî, hengavên me jî li ser vê meseleyê peywendiya wan bi hemû Iraqê ve heye. Herêma Kurdistanê jî wekû beşek ji Iraqê”.

Rastî piştî vê helwesta serokê Kurdistanê peyama Ocalan a medya PKKê dîzayn kirî gelekî balkêşe. Herweha medya başûr a navbûrî ev peyman ji bo xwe wek derfetek dît û giringiyek mezin dayê. Yanî bi awayek din daxwaziya medya PKKê berdewam kirin.

Medya navbûrî bi nave bê aliyê aligiriya siyaseta PKKê dike. Vêca vê yekê zanebûn dike yan jî bi awayek din dike, zehmete ku mirov bizane. Lê tiştek heye ku ev helwest û hijkirina PKKê dê serê gelek aliyan serî de jî yê PDKê biêşîne. Taybetî medya navbûrê beşê xwe yên kurdiya latinî û kurmanciyê de xizmeta aliyên dijê serweriya Kurdistanê dikin. Gelekî ne xweşê mirov vê yekê bêje ,lê mixabin rastiyeke.

30.4.2020

Nûçe/analîz

Rojevakurd

Nerîna min :