Civak

Îran hêkan bi navê Kurdistanê dişîne Iraqê

Wezîrê Çandinê ya Iraqê ragihand hêkên xwarinê û mirîşkên qedexekirî li derbasgehên sînoriyên Iraqê û bi taybet li derbasgehên Herêma Kurdistanê ve tê û paşê ji Kurdistanê ve bi navê berhemê xwemalî dişînin Iraqê. Lê belê Herêma Kurdistanê vê zanyariyê ret dike.

Salih Hesenî Wezîrê Çandinê ya Iraqê îro pênçşem, ragihand “berhemê xwemalî li bin gefê deye, ji ber hatina hezaran barhilgir bi barên hêkên xwarinê û mirîşkan ve bi awayeke neyasayî li rêya derbasgehên sînoriyên Iraqê ve têne hawirde kirin û bi taybetî li derbasgehên Bakûr li Herêma Kurdistanê ve tînin Iraqê”.

Salih Hesenî ragihand: “Armanca serekiya vê siyasetê lêdana berhemê xwemaliye ku Wezareta Çandinê bi plana li gel cotkaran û berhemhênerên pelewer berhem tînin. Di demek da Iraq hawirdekirina 25 berhemên çandin û ajelî qedexe kiriye.”.

Hesenî dibêje ew hêk û mirîşk bi awayeke neyasayî hawirdeyê Herêma Kurdistanê dikin û paşê li wir li karton û naylon dikin ku qaşo berhemê Iraqîne. Ji bo wê yekê daxwaz ji aliyê peywendîdar dikin rêkarên ragirtina vê binpêkirinê li ber bigrin”.

Back to top button