Polîtîk

Xelkê Rojavayê Kurdistanê baweriyek mezin Pêşmergeyên Roj heye

Endamê komiteya  komiteya pêwendiyên derve yê  ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, PYD dixwaze yan ew hakimê Rojavayê Kurdistanê be yan jî Rojava wêran be, lewma xelkê Rojavayê Kurdistanê jî li vegera Hêza Pêşmergeyên Roj e da ku wan biparêzin.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka berdewam digot her demê eger heye ku ew ji Rojavayê Kurdistanê vekşin. Amerîka dibêje ezê hêzên xwe ji Afganistan û Somal jî bikşînin, eger ji wan welatan bikşîne dê ji Sûriyê jî bikşîne. Eger Amerîka li Sûriyê nemîne û ti rêkeftin neyê kirin dê rewû pir xerab bibe. PYD jî dixwaze yan ew hakim be, yan Rojava wêran be.”

Biro wiha got: “Amerîka ji Sûriyê vekşe yan na, gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê cidî ne û eger PYD zû xwe neguhere û eger rêveberiyeke nû neyê avakirin, dê PYD Rojavayê Kurdistanê ber bi xerakirinê ve bibe.”

Îbrahîm Biro wiha domand: “Ji bo vegera Pêşmergeyên Roj tenê hinek danûstandin hatine kirin. Hêvîdar im ew danûstandin di bin çavdêriya Amerîka û Herêma Kurdistanê û opozisyona Sûriyê û Tirkiyê de bên kirin, ji ber ku eger 10 hezar Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê dê di demeke nêzîk de bibin 20 hezar, ji ber ku xelkê Rojavayê Kurdistanê hêviyeke mezin bi Pêşmerge heye û amade ne tevlî wan bibin.”

Back to top button