Civak

Xelk pişgiriya bûyerên Teksîmê nake

Li ser xwepêşandanên li Stanbolê Park a Gezî destpêkirîn re 13 roj derbas bûn. Piştî xwepêşandan ji bo parastina Parka Gezî destpêkirin  li gelek deverên din yên Tirkiye grubên wek çepên Netewî, Kemalist û CHPê û hinek dezgehên din  li ser bingehê dijitiya hukumetê pişgirî dan vê xwepêşandanê.

Gelek kesan ev xwepêşandan wek destpêka Bihara Tirkiye bi nav kirin. Bi awayek din xwepêşandanên Teksîmê ber bi tiştên din ve çûn.

Piştî xwepêşandanan lêpirsînek hate kirin. Lêpirsîn li 21 bajaran ji aliyê dezgeha lêpirsîn û lêkolînan Andy-Ar ve hate pêkanîn.

Encama Lêpirsînê:

Îro hilbijartin çêbibe hunê deng bidin kîjan partiyê:

Ak Parti : % 51

CHP : % 22

MHP : % 14

Li gora vê encamê nispetê dengan de tu guhertin çênebûye.

Wek din  dezgehê lêkolînê ya Amerîkî jî encama lêpirsîna xwe bi vî awayî radigihîne: Baweriya li Erdogan heyî ji % 60 e. Eger ev rewşa hanê bi vî awayî berdewam bike dikarê dengên Ak Partiyê jî bigihîne  % 60 î.

Li gora encama lêpirsînê ji xelkê % 24 pişgiriya xwepêşandanan dikin û % 52 jî dijê xwepêşandanane.

Yên tevlî çalakiyan bûne ji % 12.1 e. Yên tevlî çalakiyan nebûne ji % 75.1 e.

Kesên dixwazin çalakî berdewambin ji % 7.5 e. Kesên naxwazin çalakî berdewambin ji % 82.5 e.

Back to top button