Polîtîk

20 km maye boriya petrola Kurdistanê bigihîje Tirkiyê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, kişandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê didome û ji 20 km kêmtir maye bigihîje Tirkiyê.

Parlamenterê kurd ê parlamentoya Iraqê Omer Hewramî, ku duh (10.06.2013) şev beşdarî bernameya “Rûdawa Îro” ya Rûdawê bû, ragihand ku kişandina boriya petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê didome.

Hewramî da zanîn ku ji 20 km kêmtir maye boriya han bigihîje Tirkiyê û wiha axivî: “Bi kişandina vê boriyê re petrola Herêma Kurdistanê derbasî bazarên cîhanê dibe.”

Wî parlamenterê kurd razîbûna xwe li hember siyaseta petrolê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û wiha got: “Ji ber ku petrola Herêma Kurdistanê dikeve xizmeta avakirina jêrxana aborî û xelkê Kurdistanê.”

Omer Hewramî her wiha ragihand ku xercên milyon û 600 hezar xwendekarên Herêma Kurdistanê bi pere û dahata petrolê tê dabînkirin.

Hat gotin ku hêla boriya Herêma Kurdistan-Tirkiye dikare rojane 400 hezar bermîl petrol veguheze.

Li gorî lêkolînên zanistî, li Herêma Kurdistanê 45 milyar bermîl petrol heye û ji ber wê jî Herêma Kurdistanê dikeve rêza yek ji 10 welatên dewlemend ên cîhanê.

Back to top button