Cîhan

Em li Sûriye alîkariya hîç aliyekî nakin

 Piştî ku hikûmeta Bexdayê bi piştgirîkirina rejîma Beşar Esed hat tohmetbarkirin, Wezîrê Derve yê İraqê Hoşyar Zêbarî tekez ku di milmilaneya Sûriyê de alîkariyê nadin hîç aliyekî.

Hoşyar Zêbarî ew tohmetên han red kirin û ji televizyona Erebiye re got: ‘’Em wê yekê înkar nakin ku çendîn kesên xwebexş ji bo şerkirinê çûne nav axa Suriyê, wek çawa ji gelek welatên din jî çûne, lê belê ti siyaseteke hikûmetê bo teşwîqkirin û piştgirîkirina leşkerî û çekdarî ya wan xwebexşan nîne, yan jî piştgirîkirina aliyekî li ser hesabê aliyê din.’’

Zêbarî wiha axifî: ‘’Helwêsta me wek hikûmeta İraqê her ji yekem roja wê milmilaneyê de diyar e, evna jî dîtina çareseriyeke aştiyane ye bo krîza Sûriyê, lê ji ber ku İraq cîranê vê milmilanê û şer e, car car rûbirûyê van tohmetan dibe.’’(Bas)

Back to top button