Serdana malikî ya Hewlêr di vê demê de gelek awayek erênî tê nirxandin. Eve demek bû alozîyên mezin di navbera Bexdayê û Hewlêrde hebûn. Gelek pirsgirêkên ku heta niha jî nehatîn çareserkirin hene. Li bi siyaseta Malikî ya ji berî demekî hêviyên çareseriyê jî têkbirîbûn.
Gelek caran Malikî xwest bi hêzên leşkerî bikeve herêma Kurdistanê, heta li hinek deveran hêzên Iraqê û pêşmergeyên Kurdistanê hatin himber hev. Tirsa şerekî di nava Kurdistanê û Iraqê de peyda bibû.
Ji berî demekî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Baxdayê kir. Li gel Malikî hevdîtin kirin û rewşa awarte di navbera Bexda û Hewlêr de nerm bû. Herweha vê serdanê zemînêk erênî jî ji bo dayînstandina pêyda kir.
Serdana malikî bi tevî hukumet û desthilatdariya Bexdayê jestek mezin bû. Malikî peyamên gelek girîng dan. Ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî hêviyek peyda kir.
Mirov dikare bêje ku desthilatdariya Kurdistanê serkevtinek dîplomasî destve anî. Vê serdanê bandora xwe li siyaseta dewletên herêmê jî kir. Bêguma pêwendiyên Kurdistanê û Iraqê bandora xwe gelek taybet li helwesta siyasî ya dewletên herêmê di derbarê Kurdistanê de dike.