Kultur
Xelata Nobel a Aştiyê ji xwediyê xwe dûr maye
Xelata Aştiya Nobelê a 2010 siyasetmedarê muxalîfê Çînî ji Liu Xiaoboyê re hate dayîn.
Siyasetmedarê muxalîf Liu Xiaobo ji ber cezayê 11 sala xwe a niha di girtîgehê de ye.
Komîteya Nobel a Norweçê îro li Osloyê daxuyaniyek da û xwedîyê Xelata Aştiya Nobelê îlan kir. Li gorî daxuyaniyê xelat ji Liu Xiaoboyê re hate dayîn ku muxalîfê rejîma Çînêye lê xwediyê xelata Nobelê a niha di girtigehê de ye.
Komîteya Nobel a Norweçê par jî Xelata Aştiya Nobelê dabû serok dewletê Amerîka Barack Obamayê û ji aliyê gelek kes ve jî hatîbûn rexnekirin.