Polîtîk

Pirsa kurd di parlementoyê de bi rûniştinek girtî tê nirxandin

Di wan rojên dawiyê de ji ber zêdebûna hatûçûna dîplomasiyê û li ser rewşa pirsgirêka Kurd  roja sêşemê  li parlementoya Tirkiyeyê runiştina veşartî  bihête kirin.

Li ser daxwaza Serokê Giştiyê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu  roja sêşemê li parlementoya Tirkiyeyê civînek li ser mijara xebatên Hikumeta AKP bêne guftûgokirin.

Piştî rexneyên CHPê li ser xebatên Hikumeta AKPê , runiştina veşartî hatîbû rojeva Tirkiyeyê .Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan  jî bersivek ji CHP re dabû û gotîbû :  ‘’ Ger daxwaz ji me bikin em dikarin  di parlamentoyê de li ser mijara xebatên hikûmetê runiştinek veşartî bikin ‘’ û biryar hate dayîn ku runiştin roja sêşemê ye.

Berê jî runiştina veşartî hatîbû rojeva Tirkiyeyê lê  ji aliyê MHP daxuyaniyek ‘’ Ger hûnê rûniştinê biveşêrin em jî dikarin eşkere bikin ‘’ hatîbû gotin ji ber vê yekê heta niha runiştinên veşartiyê li ser xebatên hikumeta AKP nehatiye kirin.

Back to top button