Polîtîk

PDK û YNK: Hikûmet li hember 140ê xemsar e

Duhî roja pêncçemiyê her du polîtburoyên PDK û YNKê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl Elî civiyan û bi dûr û dirêjî pirsên germên rojeva Îraqê û herêma Kurdistanê, bi taybetî pêkanîna hikûmerta nû û bicihkirina madeya 140ê, gotêbêj kirin. Piştî civînê PDK û YNK bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe eşekere kirin. Ev li jêr teksta daxuyaniya civîna her du partiyan: 

Roja 07.10.2010ê  li Hewlêrê her du polîtburoyên PDK û YNKê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl Elî civiyan û di civînê de rewşa dawîn a Îraq, Kurdistan û deverê hate gotûbêjkirin. Piştî civînê jî her du polîtburoyan daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û tê de bal kişandin ser xalên ku wan di civînê de gotubêj kirine.
Di daxuyaniya nivîskî de xalên ku hatin gotûbêjkirin wiha hatin rêzkirin;

1-Rewşa Iraqê.
2- Arîşeya Kerkûk û deverên cudabûyî û metirsiyên wê.

Yekem: Rewşa Iraqê

Rewşa siyasî a Iraqê, tevî ku hêj jî arîşeyên siyasî di navbera aliyên beşdar di prosesa siyasî a Iraqê de bi dawî nehatine û zêde dom kirin, lê belê di van demên dawiyê de despêkek ji bo çareserkiriyê dixuye. Vê yekê jî hêviyek daye bidawîanîna krîza pêkanîna kabîneya hikûmeta Iraqa federal. Biryar hate dayîn ji berê hûrtir çavdêriya bûyerên siyasî bê kirin û em bi hev re rijdbûna xwe li ser avakirina hikûmeteke hevbeş a niştîmanî dupat dikin ew jî bi liberçavgirtina beşdarîpêkirina hemû aliyan û hevseng ragirtina dabeşkirina postên sereke li ser prensîba hevbeşiya niştîmanî, neteweyî û siyasî. Di vê çarçoveyê de civîn rijd e li ser hilbijartina berêz Mam Calal bo posta serokkomarê Iraqa federal. Ji bo bidestxistina van amancên hevbeş jî pêwîst e her du alî tevî Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî bibandortir hevkar û hevahengên hevdu bin. Ev yek jî di bin ronahiya bendên destûr û rêketinên li ser projeya 19 xalî a hêzên kurdistanî.

Duyemîn: Arîşeya Kerkûk û deverên veqetandî û metirsiyên wê

Kerkûk û navçeyên veqetandî li gor bendên madeya 140’ê diviya heta niha hikûmetên Iraqê karên berfirehtir û her wiha hemû pêwîstiyên bicîhanîna wê madeya destûrî dabîn kiribana, lê belê mixabin xemsariya hikûmetên Iraqê, ne tenê li ser prosesa siyasî, destûra Iraqê, Kerkûk û navçeyên ku madeya 140’ê wan digire nav xwe, bandoreke nerênî çêkir, belkî derfet da dujminên Iraqa demokrat û federal jî ku hêdî hêdî pîlanên nihênî yên herêmî, navxweyî û şovenîstî biçespînin.
Anîna ereban  bi awayekî plankirî ku xelkê deverê nînin, bo parêzgeha Kerkûkê wek beşek ji berdewambûna heman planên dujminan tê zanîn ku bi awayekî berdewam li parêzgeha Mûsilê li dijî Lîsteya Biratiya Neynewayê û li navçeyên cudabûyî yên din jî (Xaneqîn, Celewla, Sadiye, Mendelî û hwd..) tên kirin. Heta pîlan gihîştine asta terorkirin, tirsanin û derbiderkirinê jî. Lewre di vê civînê de baweriya me wiha ye ku divê hemû rêyên destûrî, yasayî, dîplomatîk, siyasî, cemawerî û ragihandinê bidin ber xwe bo ku bi tu awayî, rê neyê dayîn ku berovajiya prosesa bicîhanîna madeya 140’ê pîlanên dujmijên demokrasiyê bi ser bikevin û bibn sedema dilgiraniyên zêdetir û bûyerên çaverênekirî!

Partiya Demokrat a Kurdistanê

Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê                               

07.10.2010

Back to top button