Kultur

Semînera Rudawê dê bi rengîn derbas bibe

Rojnameya Rûdaw ku li derveyî welêt weşana xwe didomîne „dîrok û pirsgirêkên medya kurdî“ dike cihê niqaşê. Rûdaw li ser mijarê, di 9/10-2010 saet 13.00 semînerek taybetî li Kista träff a Stockholmê dide. Birêvebirên Rojnameya Rûdawê li ser mijarên cewaz dê pirsgirêkên rojnamevaniya kurdî û rola Rûdawê bikin cihê niqaşê. Di semînerê de ajansa EuroKurd News ê jî bi mijarek taybetî beşdar dibe. Ji navenda EuroKurd ê daxuyaniya kin wisa ye:

”Di salvegera şehadeta pîrê rojnamevaniya kurdî Musa Anter de, organîzekirina semînerekê li Stockholmê ji aliyê rojnameya Rudawê, bi wate ye. Roja semînerê, rojnamevan Seyidxan Anter dê me temsîl bike û bi lêkolîna xwe ya teybatî beşdar bibe.”

Rojnamevan Anter li ser rol, cî û giringiya semînerê û mijara axaftina xwe dîtina xwe wisa anî zimên:

“Ez spasiyên xwe pêşkêşî rêvebirên Rojnameya Rudawê dikim ku, semînerekê li ser mijarek wisa giring li Stockholmê pêk dihênin. Ez ê ji duhî û heta îro li ser merc û şertên rojnamevaniya Kurdî kur bibim. Her wisa bi giştî li ser etîka rojnamevaniyê dîtinên xwe bihênim zimên. Semîner bi tevayên mijarên xwe têra xwe balkêş e û dê pir bi rengîn derbas bibe. Kalîteya niqaşê dê têra xwe bilind be.”

EuroKurd News-eurokurd.net

Back to top button