Polîtîk

Dê pirça Ozal bê tehlîl kirin

Kuştina serokkomarê berê yê rehmetî Turgut Ozal di rojevê de cihê xwe girtiye û niha jî bi awayek fermî dadgeh li ser vê pirsê disekinê û di vê derbarê de doz hatiye vekirin. Di parlementoyê de BDP-ê jî daxwaziyek kir ku, ji bo lêpirsîna kuştina Ozal û fermandar orgeneral Eşref Bitlîs komisyonek di parlementoyê de bê avakirin û di vê derbarê de lêkolînê bike.

Herweha kurê Ozal Ahmet Ozal  di daxûyaniyekî de ragihand ku, di destê wan de hinek pirç a sere babê wî heye. Wan ew pirç hilaniye ku ji bo rojekî ji rojan bête tehlîl kirin. Ozal dibêje ku, eger ev pirç bête tehlîl kirin, wê sedema mirina babe wî jî diyar bibe. Ji ber ku Ahmet Ozal dizanê ku babe wî hatiye jehr dan û encama vê jehrê jiyana xwe ji dest daye.

Niha hêviya biryara dadgehêne ku ka gelo ji bo van tehlîkên Ozal dixwazl dê biryarekî bide yan na. Lê dixweyê ku Ahmet Ozal ev tehlîl li derveyê Tirkiye kirine û dizanê ku encam çîye.

Back to top button