Xelata Nobel a Aştiyê giha sê jinên jêhatî

Roja şemiyê, li paytexta Norwecê Oslo, sê jinên jêhatî jiber xebata ji bo aştî, aramî û ya li dijî şer Xelata Nobel ya Aştiyê wergirtin.

Ellen Johanson Sirleaf, Leymah Gbowee û Tewekul Karman xelata sala 2011an wergirtin. Îsal sê jinan Xelata Nobel ya Aştiyê parve kirin. Ellen Johanson Sirleaf serokkomara Lîberya ye, Leymah Gbowee têkoşera aştiyê ji heman welatî ye.

Tewekul Karman têkoşera mafên mirovîn e ji Yemenê ye, rojnamevan û endama partiya îslamî ye. Her sê xanimên hêja jiber xebata ji bo mafên mirovîn, aştî û aramiyê îsal bi Xelata Nobel ya Aştiyê hatin biqedirkirin.

Tomas Tranströmer bi Xelata Nobelê hat birûmetkirin.

Îsal 2011, neh kesan digel xanima xeletwergirekî mirî, li Stockholmê Xelata Nobel ya Edebiyatê digel madalyan ji dest Qralê Swêd wergirtin.
Di nav hemûyan de yê herî zêde jê re çepik hatin lêdan Tomas Tranströmer bû. Tranströmer 80 salî ye û di nav nivîsevanên swêdî de, di edebiyata cîhanê de yê herî bi navûdeng û bi rûmet e.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: