Cîhan

Çima Amerîka pişgiriya opozisyonek çekdarî nake?

Li Başûrê sûriye di navbera hêzên lêşkerên rejimê û yên ji wan veqetiyan de şerên dijwar çêbûn.Opozisyona Sûrye ji bo roja yekşembê bangî grevêk giştî  kirîbû. Lê hêzên ewlehiya rejimê ji  bo grevê bişkînê cardin li dijê xelkê sivîl şîdet karanîn.

Gelek cihên wek Derea, Hums û derdora Şamê xelkê dikanên xwe girtin û guh dan banga opozisyonê. Lê lêşkerên rejimê xwestin ku deriyê dikanên xelkê bişkîne û ji b o vê jî şîdet karanîn.

Li gora ajansa Reuters li Başûrê Sûriye nêzikî tixûbê Urdunê di navbera leşkerên rejimê û gurubên ku ji leşkeran veqetiyan û li aliyê opozisyonê cih digrin çerên dijwar çêbûn.

Li gora agahdariyan nêzikî 60 kesî roja yekşembê jiyana xwe ji dest dane. Wek tê zanîn niha bajarê Humsê bûye wek nawenda berxwedanê î leşkeran dora bajêr girtinê. Kesekêî ji xelkê bajarê Humsê ji bo ajansa Reuters ragihand ku şerek dijwar heye û gelek mirî li kolana manê û nikarin laşên wan rakin.

Wek tê zanîn Amerîka naxwaze hêzên çekdarî yên opozisyonê çêbin û dijê hêzên rejimê çelakiyên çekdarî pêbînin. Lê hinek welatên cîran taybetî Tirkiye vê yekî dixwaze û pêwistiya opozisyonek çekdarî wek Libyayê dibîne. Ev pirsa ji bo rewşa Sûrî girîng niha li ser maseyê diplomasî tê gotobêj kirin

Rojevakurd

Back to top button