Civak
Xelata Barzaniyê nemir pêşkêşî Chirs Kochera û hevjîna wî hate kirin
Li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya dostê kevnar yê Gelê Kurd û Rojnamewan û wênegêrê navdar Chirs Kochera û hevjîna wî kir.
Di hevdîtineke de li hember ev xizmetên ku di nava 40 salan de birêya nivîs û wêneyên xwe pêşkêşî doza Kurd û Gelê Kurd kirine bi taybetî di rojên dijwar de Serokê Kurdistanê xelata Barzaniyê Nemir pêşkêşî Kochera û hevjîna vî kir.
Li hember de jî Kochera û hevjîna vî spasiya Serok Barzanî kirin û gotin: şerefeke gelek mezine bo me ku, weke hertim pêştigîriya doza Kurd û Gelê Kurd bikin.