Polîtîk

Xebata Arşîva Kurdî

Ev demeke dirêj e ku mamoste Rifat Sefalî bi alikariya desteyek xebatkarên “Platforma Neteweyî” (www.netewe.com) li ser amadekirina arşîveke kurdî dixebite. Vê gavê ev xebat bi giranî li ser arşîva weşan, belge û rojnamegeriya kurdên bakûr û yên dîasporayê ye.

Birêz Rifat Sefalî wê di dem û cihê ku li jêr hatiye nivîsandin de, civînek danasînê ya li ser vê xebata digîtalîzekirina kovar, rojname, kitêb û belgeyên kurdî û li ser kurdan amade bike.

Hemû dildarên kultur, edebiyat, dîrok, folklor û zimanê kurdî bi xêr werin.

 

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê                   

      

Tarîx: 17ê sibata 2013
Dem: saet 14:00-16:00
Cih: Kitêbxaneya Kurdî – Kurdiska Biblioteket
Gustavslundsvägen 170
167 51 Bromma (Alvik)
Tel. 08-679 88 03


Back to top button