Kultur

Malpera Rojawelat

Ji Editör…

Herwekî ji nav û logoya wî diyar e, malpera Rojawelat.net refê xwe destnişan kiriye.
Rojawelat.net beşek e ji prosesa medyayî ye, ku bêtîrî 40 sel berê niha bi Hevra ve destpêkiriye û îro jî berdewam e.
Rojawelat.net, zîmanhalê Partiya Sosyalîst a Kurdistan e di warê înternetê da. Bona vê yekê jî erkê serekî ya Rojawelat net belav kirina bîr û bawerî û çalakiyên PSK e.

Ligel vê yêkê, nîvîsarên li ser çand û hunera Kurd, lekolînên derbareyê tevgera azadîxwaziya Kurdistan û rexneyên siyasî yên sazkar jî wê di beşa nîvîskarên mevan a Rojawelat.net da cî bigrin.

Rojawelat.net ligel çalakiyên PSK, cî dide çalakiyên rêxistin û saziyên bira û nuçeyên perçeyên din yên Kurdistan û partî û saziyên bira yên van parçeyan.
Bi kurtî Rojawelat.net malpera nuçe û şiroveya giştî nîne, çî nade hemu şirove û nivîsaran. Ji bona vê yekê jî ji dost û xwendekarên xwe yên ku dixwazin alîkariya me bikin, di vê rewşa malperê lî ber çav bigrin.

Em ne bawer in, ku malpera me di warê şikl û teknîkî da bê qisur e. Bona vê yekê jî em benda rexne û peşniyarên dost û xwendekarên xwe ne, daku malpera xwe baştir û tekuztir bikin.

Editor; [email protected]

Back to top button