Xaîn û dagirgerê Kerkûkê kîbûn ?
Xwedayê alemê, Amarîka museletî Qasim Silêmanî kir berê wî da dojederê.Lê ka ew Kurdê ku pêre heval bûn Kerkûk firotin; kî wê van muhesebe bikê?
Heyfa wê navî ku li xwe kirine.YNK. Nav bi tenê ne bese emelê netewî xwîya nakê. Ku hevsarê mere di destê hinek dinde bê tu karê çi bikê? Helbete ne edalet û ne hesab û ne kîtab lê pirsîn û ne titişt çênabê.Bê berê talîmat ji kû dihat dîsa eynî ye.
(SEDDAM) Ji Îraqê xilas nabin ew sedam Huseyn çû lê Seddamek din ketibû dewsa wîde. Ew mişrikê nava Îslamê û qatilê Gelê Kurd Qsimo bû. Bi riya dojederê de çû, lê niha wê Seddamekî din rêkin dewsa wî. Ku welat firoşê Kurda ne daba ber wan re nikarîbûn tişkî bikin, lê mixabin û sed mixabin ev edû qewm netew firoş ji nav Kurda ne xilas dibin û ne serrast dibin.
“BIVIR TÊNE SIQA KIRIN,LÊ MÊR NAYÊN SIQA KIRIN”!
Bi vê nedeykirina YNKê ev bê dengîya wan sergirdeyê poz bilind ku bê pirs û bê pirsyar, bê şerm û bê fedî ew xîyaneta Kerkûkê pişt guh kirin û wekî berê pişkokê xwe li ber wan xaînê genî digrin ji wan re rêzê digrin! Hûn ji bûne wekî wan bê tûteye welat firoş.
Eynî wan welat firoşê ku Kerkûk firotin wexta civîna Kurdê DMOKkRATA Îranê civîn çêkirin dîsa wan xaîna ji Îranê re bûne sîxwir çîl heb lehengê Kurd şehîd xistîn. Ew ne kêmî xaîntîya Kerkûkê bû! Ev nijdevanê Qasim Silêmanî bûn, ma Ew ji Malbata kê bûn? Ne sergirdeyê yenekê qaşo Kurdî bûn.
Ew Kurdê ku hin xaîntî û welat firoşî û rastî û derew ji hev nas nekiribî ew tu hêvî di wan de tuneye. Xwendin û tahsîl ne bese ji qewmîyetê re, ji xwîna Kurdewarî re, şerefa paqij û serbilindîya serfiraz, nebûye qismetê her kesî. Gotinekî pêşîya heye dibêjin,ku “Mere ji hindikî ne kevê jahrî gelek jî bê mere nakevê jahrî”. Ê ku Kerkûk firotin û va hîn li ser kirkidanê xwe ne, di nava Kurda de ne xwedyê soza qaîmin!
Wextekî deryê Îbrahîm Xelîl ji bazirganîre xweş bû wan salê ku nû herema Kurdîstan bû federal bazirganî xweş bû. Gelê bakur gelek çûnû hatin dikirin, hin bazirganî û geştyarî û hinekî ku micalê wan hebûn ji kêfa Kurdîstanê diçûne Hevler û Silêmanîyê. Hinek ji me wextê me ne rewac bû em neçûn. Lê me gelek meraq dikir gelo ma ew gelê me Kurdê başûr çawa ne, çiqasî pêşketî ne? Me pirs dikir ê ku çûnû hatin dikirin.
Hûn zanin çi bersiv didane me? Digotin: “Gelê Sora bi piranî Silêmanî gelek pêş ketîne hemî xwende ne, rewşenbîrin, feylosufin, prefesorin. “ ma ewê din alyê Bahdînî çawane? “Ew gelek li paş mayîne nexwendîne ji sîyasetê fêm nakin, hîn Eşîrtîya berya sedsala ye li cem wana ne demokrasî ne qanun ne dadgeh hema. Barzanî ji Ser Eşîr re çi got, ew jî ji gelêxwe re dibêjê,biryar ewe. “Lê gelê Sora gelek zanene bi rêz û edebin sîyasetmedarin.
Ê mejî çi digot? Me digot: “Ew Sora tev hevalê Sedam Huseyn bûn li bajara dijîn û mektep dixwendin. Lê Bahdînî dişerde bûn li serê çiya bûn nexwendine, heger ne gelek pêşketî bin jî keda wan geleke bi xwîna xwe ev gel gîhandine vê astê. Me jî ev bersif dida wan. Çepgirê me ev zanyarî didan me.
Îca dura hin bi hin televîzyon û rojname û agahî di malpera de me xwendin me tev fêm kir, ma kî pêşketî ye, kî Kurdê xase, kî xaîn milete, edûqewme, kî pere parêze me tev fêm kir. Tu ewê ku tu xwende bû tu pêşketî û rewşenbîr bû feylosuf bû. Kanî ew pêşketin ew Kurdewarî ku tu ceger nakî bêjê ê ku welatê te, şerefa te, namusa te, firot tu nikarê bêjê ji vir û pêde em nema te bi axatî qebûl nakin. Her wekî ku titişt nebûye dîsa ew axa li ser serê wan qiraltiya xwe ber dewam dikê.
Ev Kurdê wisa hebin çîye û nebin çîye? Ev laîqê ku kolê Ereb û Ecem û Tirka bin. Lê bûne zewal ji gelê Kurd re. Serpêhatîke sîyasetmedarekî Kurd bêjim. Digot: “Ev xwedyê pîs qûna mere ne, qûn tiştê pîs dikê û mere nikarê jêkê jî, ka wê çawa bê” Ev Kurdê xaîn jî qûna Kurda ne tiştê pîs dikin mere çi ji van bikê, mere kari çi bikê?
1.1.2020.
Dilciwan Helbest