Ma dema serxwebûna Kurdistanê nehatiye?

Piştî parlamentoya Iraqê, proje-yasaya ku derxistina hêzên biyanî û Amerîkayê ji Iraqê” lixwe digire erê kir, Senatorê Eyaleta Floridayê Marco Rubio ragihand ku dem hate êdî Kurdistan bibe dewleteke serbixwe.

Parlementoya Iraqê  li ser kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis û “derxistina hêzên biyanî û Amerîka ji Iraqê” civîneke awarte pêk anî.Di civînê de biryara derêxistina hêzên biyanî ji Iraqê û di serî de Amerika hate qebûlkirin. Parlementerê kurd tevlî vê civînê nebûn û parlementerên kurd ji aliyê Hizbulaha Iraqê ve hatin tehdît kirin.

Senatorê Komariyan ê Eyaleta Floridayê Marco Rubio piştî vê biryara parlamentoya Iraqê, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku êdî dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.

Marco Rubio wiha got: “Ma niha dema serxwebûna Kurdistana ku weke bakurê Iraqê tê zanîn nehatiye?”

Nerîna min :